Ozkan Yorgûn: Ji bo edaletê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Ozkan Yorgûn bang li gelan hemûyan kir ku ji bo aştî, edalet û wekheviyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Ozkan Yorgûn bang li gelan hemûyan kir ku ji bo aştî, edalet û wekheviyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
Yorgûn destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk temînata edalet, aştî, wekhevî û azadiyê ye û diyar kir ku girîng e ku bi rengekî herî xurt têkevin parlementoyê.
PARTIYA ÇEPÊN KESK WÊ JI PÊWÎSTIYÊN GELAN RE BIBE BERSIV
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Enqereyê Ozkan Yorgûn anî ziman ku çima girîng e ku Partiya Çepên Kesk bi rengekî herî xurt bikeve meclîsê û ev tişt got: “Ya yekem desthilatdariya heyî, 21 sal in bi mejiyek faşîst û dewletê bi rejîma yek zilamî bi rê ve dibe. Wisan ku di aliyê edalet, aborî, civakî, siyasî û çandî de mirov mexdûriyetê dijîn. Nikarin xwe îfade bikin. Her çiqasî bi piştgiriya me jî be, çêkera siyasî ya weke alternatîf derketî holê jî xwedî mejiyek restorasyonî ye. Dibêjin ku em ê li şûna rejîma yek zilamî, sîstema parlamenter a xurtkirî bînin. Em nafikirin ku ev yek jî wê ji pêwîstiyên gelên Tirkiyeyê re bibe bersiv. Li Tirkiyeyê weke civakî divê lihevhatinek bê avakirin. Rêya vê yekê jî ji bo her kesê wekhevî ava kirine. Temînata vê yekê em Partiya Çepên Kesk in.”
‘EM Ê DI MECLÎSÊ DE ROLÊ SEREKE BILÎZIN’
Yorgûn diyar kir ku Partiya Çepên Kesk wê di meclîsê de rolê sereke bilîze û got: “Ji bo Tirkiye di sedsala xwe ya duyemîn de demokratîk bibe, hewldan û rêya herî mezin dikeve ser milê Partiya Çepên Kesk. Lewma em bang li hemû gelên xwe û mirovahiyê dikin. Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Yekane rê, Çepên Kesk e. Ez bang li her kesê dikim ku dengekê bide Partiya Çepên Kesk û dengekê jî bide Kemal Kiliçdaroglû.”